Li Kenyayê têkildarî krîza sîstema cîhanê civînek hate lidarxistin

Li Kenyayê têkildarî krîza sîstema cîhanê, civîna Tevna Global a Alternatîfan (GTA) hat lidarxistin. Di civînê de li ser zanista Jineolojiyê û Konfederalîzma Demokratîk nirxandin hatin kirin.

Nûnerên herî kêm 20 welatên ku endam û alîgirên sereke yên Tevna Global a Alternetîfan (GTA-Global Tapestry of Alternatives) ne, yekem civîna xwe ya rûbirû li Kenya lidar xistin da ku nêrînên xwe parve bikin û li ser krîza sistema ku mirovahi pê re rû bi rû maye, nîqaş bikin.

Civîna ku ji hêla Civata Fêrbûn û Guhertina Alternatîf (SALT) ve hat organîzekirin, li mêhvangeha Bantu nêzî Nanyuki li quntara Çiyayê Kenyayê ji 8’ê Tebaxê ve destpê kir û çalakî û niqaş û gera xwe ya herêmî ji bo şeş rojan dirêj kir. Beşdaran ji hemû beşên jiyanê serpêhatiyên xwe yên ji welêt û erdnîgariyên xwe parve kirin.

Tevna Global a Alternetîfan (GTA) ku di sala 2019’an de derketiye hole, ji çar tevnkar, 76 alîgir û 67 kesayetan serbixwe pêk tê, ku hemû nûnertiya rêxistinên alternatîf, tevger, akademî, weqf, sazî û dezgehên li herêmên xwe û cîhanê dikin. Di nav de Akademiya Jineolojiyê, Akademiya Modernîteya Demokratîk û Platforma Dîplomasiya Civakî ya Rojava/BRS beşek ji piştgiran e.

GTA heta niha 11 civînên online lidar xistiye û yekemîn civîna xwe ya rûbirû di navbera 8-14 Tebaxê de bi zêdetirî 60 kesan re, ku piraniya wan ji welatên başûr yê cîhanê ne wekî Emerîkaya Latîn, Efrîka, Başûrê Asya, di heman demê de ji Rojhilata Navîn û Kurdistanê ( Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê) beşdar bûn. Civîna tevgerên ji çar aliyê cîhanê li Civata GTA’yê çarçoveyek ji bo avakirina hevgirtin, hevdengî, pevguherîna ezmûnan, fêrbûn û xurtkirina têkiliyên di navbera tevger û kesên ku baweriya wan bi jiyan li derveyê sîstema heyî de heye pêk hat.

Berdevkê rêxistina Vikalp Sangam a Hindî, Aşîş Kotarî diyar kir ku ev kombûn ji her çar aliyên cîhanê re girîng e û got: “Ji ber ku her civakek rû bi rûyê krîzên cuda ne. Di heman demê em hemû bi hev re rû bi rûyê krîzên hevbeş in. Pêwîstiya me bi hevgirtin û hevpiştgiriyê heye, ji bo ku asta berxwedan û têkoşînê bilind bibe û altenatîfên bikêrhatî bên hûnandin.”

Serokê Komeleya Fêrbûn û Guhertina Alternatîf Simon Mitambo ku rêxistina wî civîn organîze kir, bi xwe bi sîstemên zanînê yên xwecihî û herêmî re kar dike. Mitambo têkildarî vejandina çandên cihêreng û çandên xwecihî, got: “Em dixwazin bi civakên xwecihî re bixebitin da ku wan bihêz bikin û serxwebûna xwe ava bikin. Biryar bidin ka çawa xwe bi rê ve bibin.

Tevna Global a Alternetîfan bi xwe pêvajoyek an jî proseseyek e ku ji çar sîwanên esasî yê (weke Vikalp Sangam li Hindistanê, Crianza Mutua ya Kolombiyayê û Crianza Mutua ya Meksîko, MASA li welatên Başurê Asya) ku weke koordînasyona GTA tê pênasekirin, bi awayekî radîkal mêrsalarî, kapîtalîzm, nijadperestî, kolonyalîzm, dewlet-netewe, hegemonyaya dewletê, zihniyeta Antropocentrîst (mirov-navendî) rexne dikin.

Ev tevn di asta cîhanî û herêmî de jî ji bo xurtkirina têkîliyên herêmî û xwecihî li cihên cuda yên ku li alternatîfên xwerêveberî û xweparastinê li derveyî pergala serdest a kapîtalîst digerin. Bi pêşkêşkirina nêzîkatiyên ekolojîk di her qadên jiyanê de, dadweriya civakî, xwarin û klîma û çareseriyên berbiçav pêşkêş dikin.”

AKADEMIYA JINEOLOJIYÊ JÎ LÊ AMADE BÛ

Di civînê de Akademiya Jineolojiyê li ser pêwistiya zanista jinê weke rexneyek radîkal ji bo zanistên civakî pêşkêşiyek kir û nêrînên wê ji bo dîrok, krîzên pergalî, krîzên civakî û siyasî û çawa wan nêrînan di zemîna şoreşa duyemîn a jin, gund û çandiniyê de pêş dixe hate parvekirin. Mijar ji aliyê endamên akademîya jineolojî Zahîde Mamo û Necîbe Qeredaxî ve hat pêşkêşkirin. Her wiha bal kişandin ser nêrîna jineolojî li ser sedemên bingehîn ên krîza pergalê û têkoşîna Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ya ji bo avakirina jiyana azad a li ser bingeha feraseta neteweya demokratîk û hevjiyana azad. Têgeha kuştina mêraniyê û hevjiyana azad bala beşdarvanan kişand û gelek ji beşdarvanan daxwaz kirin ku Akademiya Jineolojiyê biçe herêm û welatên wan û li ser jineolojiyê civîn û panelên taybet lidar bixin.

Di heman civînê de Nûnera Platforma Dîplomasiya Civakî ya Rojava/BRS Nûrşan Hisên li ser şoreşa Rojava mijareke pêşkeş kir û bal kişand ser sîstema xweseriya demokratîk ku li ser esasên demokrasiya rasterast û radîkal, ekolojî û azadiyê hatiye avakirin, kir. Di heman demê de bal kişand ser êrîş û gefên li ser Rojavayê Kurdistanê û îşaret bi girîngiya hevgirtin û piştevaniya tevger û rêveberiyên xweser li cîhanê kir.

Nurşan Hisên qala girîngiya saziyên xweser a jinan û asta pergala xweparastina jinê kir ku ne tenê jinan lê hemû pergala xweseriya demokratîk diparêze.

Nûnerê Akademiya Modernîteya Demokratîk jî li ser Konfederalîzma Demokratîk û lêgerîna alternatîfeke bihêz a li derveyî sîstemê ku ezmûna 50 salî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, pêşkêş kir û got ku dahênerê vê felsefe û paradîgmayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Piştî civînê  wê tevna GTA bi dînamîkên herêmî û xwecihî re di toreke berfireh de ji bo fêrbûna ji hev û pevguhertina zanîn û ezmûnên dîrokî û rojane bixebitin.

Piştî çar rojan ji civînên li ser van mijaran, beşdarvanan rêxistinîbûn a prosesa GTA û pêkhateyên GTA, proje û çalakiyên xwe ya dema pêş gotûbêj kirin. Di civînê de mijarên bi paradîgmayeke nû li ser çandinî, enerjî, xwerêveberî, serweriya xwarin, çavkanî, zanîn û agahdarî hat sekinandin da ku têkiliya mirov û xweza, mirov û civakê li ser bingeha azadî, wekhevî û edaleta civakî ji nû ve bê avakirin. Di roja dawî ya civînê de li ser pêşniyara Akademiya Jineolojiyê li ser pêwîstiya xwe birêxistinkirina jinan nîqaş hatin kirin û meclîsa jinan hate avakirin. Biryar hate girtin kû dê rû bi rû hevdîtinên xwe pêk bînin û rojeva xwe diyar bikin.

Çar rojan piştî civînê, şandeyan serdana çend civakên xwecihî yên weke qebîleya Taraka û Ngwise kirin û ji nêzîk ve agahdarî hewlên wan bûn ku pişta xwe bi çavkaniyên xwe û rêbazên xwe ve girêbidin û çand û kevneşopiyên xwe biparêzin.

Heyet bi merasîm û kevneşopiyên taybet ên van civak û qebîleyan hate pêşwazîkirin.

Ji aliyê din ve li ser navê Akademiya Jineolojiyê û gundê Jinwar a li Rojavayê Kurdistanê Necîbe Qeredaxî û bi amadebûna hin endamên Tevna Global a Alternetîfan serdana gundê Umoja yê hêrema Samburu ya Kenyayê kirin. Rûnîştiyên gund ku nêzî 45 jin û zarok bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Heyeta Akademiya Jineolojiyê û gundê Jinwar hin diyariyên sembolîk ên gundê Jinwar û Akademiya Jineolojî pêşkêşî gundê Umoja kirin. Gundê Umoja 32 sal in bi tevahî ji aliyê jinan ve hatiye avakirin û tê birêvebirin û jinên ku bi tundiyê re rû bi rû mane û yên li derveyî sîstemê li jiyaneke alternatîf digerin û dixwazin bi hêz, îrade, rêxistinbûna xwe bijîn û xwe bi rêve bibin.