Îsraîl: Me li Sûriyeyê hucreyeke Îranê hilweşand
Arêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyoneke li Sûriyeyê de endamên hucreyeke bi navê Hêza Qudusê ya Parêzvanên Şoreşa Îranê girtine.
Arêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyoneke li Sûriyeyê de endamên hucreyeke bi navê Hêza Qudusê ya Parêzvanên Şoreşa Îranê girtine.
Li ser navê artêşa Îsraîlê berdevk Avichay Adraee daxuyanî da û diyar kir ku şeva yekşemê li Sûriyeyê operasyonek lidar xistin.
Berdevk li ser platforma X’ê wiha got, “Yekîtiya bi hejmara 504 a Tûgaya Alexandroni di operasyona nîva şevê de, li herêma Tall Kodnah a li başûrê Sûriyeyê kesên li ser navê Hêza Qudusê ya Îranê fealiyet dimeşînin girt.”
DI HEFTEYEKÊ DE 2 CARAN
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di nava hefteyekê de du caran, Tsahal (Artêşa Îsraîl) nîva şevê operasyonek lidar xist û gelek terorîstên ku li herêmê gefê çêdikin, girt.”
Artêşa Îsraîlê ji dema ketina rejîma Beşar Esad û vir ve, beşekî Sûriyeyê di bin dagirkeriyê de dihêle.