Li Elmanyayê dersînorkirin zêde dibin

Elmanyayê dersînorkirina koçberên ji Gurcistan, Makedonyaya Bakur, Arnavûtlûk, Moldova û Sirbistanê zêde kir.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê roja Şemiyê eşkere kirî, di 6 mehên destpêkê yên sala 2023’an de dersînorkirina koçberan ji rêjeya çaran yek zêde bûye.

Di navbera meha Çile û Hezîranê de nêzî 7 hezar û 861 kes ji welêt hatin dersînorkirin. Ev hejmar li gorî hema demê sala borî ji sedî 27 zêde bûye. Ji kesên dersînorkirî, hezar û 664 ji wan jin in, hezar û 375 jî kesên reşît nebûyîne ne.

Di vî demî de hejmara kesên bi xwesteka welêt terikandin jî zêde bû. 4 hezar û 892 kes ji bo vegerin welatê xwe, fonên federal qebûl kirin û 2 hezar û 309 kes jî ji fonên herêmî sûd wergirtin.