Greva birçîbûnê li Behreynê: Wê şertên girtîgehê bên başkirin

Rayedarên Behreynê, roja 22’yemîn a greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan, da zanîn ku wan dil heye şertên girtîgehê baş bikin.

Seyîd Alwadayî ku rayedarekê Enstîtuya Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Behreynê ku navenda wê Brîtanya ye, ragihand ku greva birçîbûnê ku 7’ê Tebaxê nêzîkê 800 girtiyan di Girtîgeha Jaûyê de dest pê kiriye û tu car çalakiyeke ewqas mezin li Behreynê nehatiye lidarxistin.

Wezareta Karên Navxweyî, diyar kir ku wê qewilê serdanê yê girtiyan bê zêdekirin û li ser zêdekirina qewilê dana bêhna xwe li cihekê hewadar vekolînê dikin. Wezaretê her wiha destnîşan kir ku wê niqaşa nihêrtina tibî nexweşxaneyên dewletê pêk bînin tê kirin.

Li gor BIRD’ê tevî daxuyaniyê ku roja Duşemiyê hatiye dayîn, girtiyan li çalakiya xwe dewam kiriye.

Seyîd Alwadayî ku bi AFP’ê re axivî, got: ‘’Pêşniyaza rayedaran kêm e û pir dereng hatiye kirin.’’

Li gor Alwadayî heta hikûmet bi awayekê ji dil û bi niyeta baş bersiv bide wê girtî li çalakiya xwe dewam bikin.

Li gor El Wefaqê ku komeke mixelef a Şiî ye, bi taybetî hiştina girtiyan bi 23 saetan bi hicreyan de, protesto dike û daxwaza nihêrtina tibî û dirêjkirina qewilê serdanê dike.