Bi deh hezaran kes ji Kanadayê ji ber şewatê direvin

Bi hezaran kesên li herêma bakur a Kanadayê dimînin, ji ber şewata daristanan berê xwe dan balafiregeha Yellowknife. Li ser rêya bejahî jî konvoyeke dirêj a wesayitan çêbû.

Li gorî rayedarên herêmî zêdeyî 20 hezar kes divê paytexta Xaka Bakurrojava (NWT) Yellowknîfe vala bikin, ku di bin bandora şewatê de ye.

Roja Pêncşemê bi deh balafiran nêzî hezar û 500 kes hatin veguhastin. Roja Înê jî hate plankirin ku herî kêm 22 seferên balafiran bê kirin.

Li gorî rayedarên herêmî, ji çar paran nêzî parek ji şêniyên herêmê dikarin bi rêya hewayî bêne veguhastin. Hate ragihandin ku ev hewldan roja Şemiyê jî dewam bike.

Ji Xizmetên Rewşa Lezgîn NWT Jennîfer Yoûng şeva Pêncşemê bi civîneke çapemeniyê got, "Heta ku em her kesî ji Yellowknîfe derxînin, em ê dewam bikin."

Di vê navberê de rêya bejahî li derketina bajêr bi temamî xitimî.

Ji biharê û vir ve li Kanadayê ji ber germa zêde agir bi daristanan dikeve.

Ji destpêka havînê û vir ve li vî welatî nêzî 14 milyon hektar bi gotineke din qadeke bi qasî Yewnanistanê mezin şewitî.