Li Çînê ji ber lehiyê 4 kes mirin, 48 kes winda ne

Li başûrrojavayê Çînê ji ber lehiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes winda bûn.

Televîzyona dewletê CCTV ragihand ku bahoz bûye sedema lehiyê û bi taybetî bandor li kargeheke pola kiriye ku zêdeyî 200 kes lê dixebitîn.

CCTV diyar kir ku heta niha ji ber lehiyê 4 kes mirin, 48 kes jî winda bûn. Hate ragihandin ku karên rizgarkirinê hîn jî dewam dikin.

21'ê Tebaxê li navçeyeke çiyayî ya eyaleta Sîchûanê li Jînyangê, barana zêde bû sedema xisareke mezin.

Li gorî heman çavkaniyê 5 kes bi gumana 'ranegihandina bûyereke ewlekariyê yan jî ragihandina şaş" hatin girtin.

Li gorî nûçeya qenalê Serokdewlet Şî Cînpîng ferman da rayedaran ku ji bo lêgerîna li kesên winda û aramkirina malbatên wan çi ji destê wan bê bikin.

Meha Tîrmehê piştî bagera Doksûrî, li bakurê welêt ji ber bahoz û lehiyê herî kêm 78 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.