Li Îranê hunermendê li dijî serînixumandina bi zorê bû, hate girtin

Li Îranê hunermend Mehdî Yarrahî ji ber strana ‘Laçika te’ hatibû destgîrkirin û piştre jî hate girtin.

Li Îranê stranbêj Mehdî Yarrahî yê 41 salî ji ber bi strana xwe ya bi navê ‘Laçika te’ piştgiriya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kiribû, hatibû destgîrkirin. Stran li ser serînixumandina bi zorê bû.

Malpera dadgeriya Îranê Mîzan Onlîne beriya rojekê ragihand ku stranbêj ji ber ‘rabûna li ber kevneşopiya civaka Îslamê û exlaqa wê, straneke îlegal amade kiriye’ ketiye ber lêpirsînê.

Strana Mehdî Yarrahî roja Înê de hatibû weşandin. Hunermend Yarrahî bi vê strana xwe piştgirî da serhildana civakî ya ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribû.

Di klîba Yarrahî de ku ji 3 deqeyan pêk tê, dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibû bikaranîn û bang li jinên Îranî dihate kirin ku serê xwe nenixumînin.