Hişê dîjîtal û daneyên biyometrîk dibe ku xetere bin
Li Rojhilata Navîn hejmara nasnameyên ku daneyên biyometrîk tê de ne hene, zêde dibe. Pispor bi fikar in ku rejîmên zordar van daneyan li dijî muxalîfan bi kar bînin.
Li Rojhilata Navîn hejmara nasnameyên ku daneyên biyometrîk tê de ne hene, zêde dibe. Pispor bi fikar in ku rejîmên zordar van daneyan li dijî muxalîfan bi kar bînin.
Ji Freedom House'yê ku saziyeke şopandina demokrasiyê ya DYE'yê ye Yana Gorokhovskaia ji qenala Dengê Elmanyayê (DW) re axivî û fikarên xwe yên li ser bikaranîna teknolojiya biyometrîk anî ziman ku hikumetên zordar bi rêya vê yekê hevkariyeke ji nêz ve dikin. Li gorî Gorokhovskaia li Rojhilata Navîn û Asya Navîn karê komkirina daneyên biyometrîk zêde dibe.
Daneyên biyometrîk ji gelek taybetmendiyên bedenî pêk tê. Mînak; şeklê rûyê mirov, îrîs a çav, şekil û mezinahiya guh, şêweyê hilmstandinê û meşê ya mirovan bi bikaranîna hişê dîjîtal dikarin bêne tespîtkirin. Pispor dibêjin, paşerojê dikare bê tespîtkirin bê mirovek çawa bi klavyayê dinivîsîne û bi vî rengî cihê xwe dikare bê tespîtkirin.
Ji tevna 'Mafên Dîjîtal ên Ewropayê' (EDRî) ku navenda wê li Brukselê ye Ella Jakubowska ji DW'yê re axivî û diyar kir ku teknîk dema dawî gelekî bi pêş ketiye. Jakubowska diyar kir ku kesek ne tenê bi wêneyekî, di heman demê de bi modelên liv û tevgera lingên xwe ya di dema meşê de jî dikare bê tespîtkirin.
Ev yek ne çîrokeke hatiye afirandin. Li Mîrnişînên Ereb kesek tevî ku ehram a ku temamiya bedenê dinixumîne li xwe kiribû û mîna jinê tevdigeriya, tenê bi rîtma meşa xwe hate naskirin û girtin.
Jaubowska got, "Bi saya vê yekê, daneyên girseyî dikare bi rengekî lezgîn bêne komkirin û bikaranîn. Ev yek jî tê wê wateyê ku gelek mirov bi lez dikarin bêne naskirin. Ev yek jî potansiyela çavdêriya girseyî ya bi rengekî kêfî berfireh dike."
Di raporeke Enstîtuya Ewropayê ya ji bo Derya Spî de ku sala 2022'an hate weşandin, li ser bikaranîna hişê çêkirî li Rojhilata Navîn hişyarî hate dayin: "Bikaranîna zêde ya sîstema naskirina biyometrîk, sistbûna qanûnên parastina daneyan û lawaziya mafên mirovan û serweriya hiqûqê, pêşî li îstîsmariya otorîter vedike."
Di vê demê de li hemû balafirgeh û sînorên welatên Rojhilata Navîn daneyên biyometrîk ji bo ketinê têne bikaranîn.
Dema ku ev daneyên biyometrîk bi sîstemên dîmen ên bajêr re digihêjin hev, hingî li her nuqteyekê mirov bi kamerayê dikarin bêne şopandin.
NE TENÊ LI ROJHILATA NAVÎN DIVÊ LI DYE Û EWROPAYÊ JÎ BÊ QEDEXEKIRIN
Dîrektora 'Al Now Înstîtûte' ku navenda xwe li New Yorkê ye Amba Kak jî diyar kir ku teknolojiya nû desthilatdariyeke din dide hikumetan ji bo li ser welatiyan serwer bin û got, "Ev yek bandoreke cidî li jiyana taybet û siyasî ya mirovan dike." Amba Kak destnîşan kir ku naskirina mirovan bi daneyên biyometrîk ne tenê li Rojhilata Navîn divê li Ewropa û DYE'yê jî bê qedexekirin.