Beriya dîroka dawîn 450 hezar Efxaniyan Îran terikand

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku beriya dîroka ku ji aliyê Îranê ve hatibû diyarkirin ku Efxaniyên bêbelge welatî biterikînin nêzîkî 450 hezar kesan welat terikandine.

Dîroka dawîn weke 6’ê Tîrmehê hatibû diyarkirin. IOM’ê rojekê beriya vê dîrokê daxuyaniyek da û ragihand ku ji destpêka meha Hezîranê ve ye nêzîkî 45,000 Efxanî ji Îranê derketine û berê xwe dane welatê xwe. 

Berdevkekî saziyê ji AFP’ê re axivî û got: ‘’Di navbera 1’ê Hezîran û 5’ê Tîrmehê de 449,218 Efxanî ji Îranê derketine û vegeriyane welatê xwe.’’

Hate eşkerekirin ku di tevahiya sala 2025’an de 906 hezar û 326 Efxanî ji Îranê derbasî welatê xwe bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniyeke xwe ya roja Yekşemê de ragihandibû ku li deriyên sînor ên Efxanistanê krîzeke mirovî rû daye û li herêmê  tedbîrên ‘’rewşa lezgîn’’ standine.

Penaberên Efxanî radigihînin ku ji ber zext, binçavkirin û dersînorkirinên Îranê ew Îranê diterikînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberiya Îranê jî li gel biryara xwe ya di dawiya meha Gulanê de ji bo dersînorkirina Efxanên ‘’bêbelge’’ 6 Tîrmehê weke dîroka dawîn diyar kiribû.

NY, rêxistinên penaberan û rayedarên Talîbanê jî dibêjin ku divê civaka navneteweyî alikariya lezgîn bide Efxanistanê. Jixwe li Efxanistanê xizanî, ziwabûn û krîzên aboriyê zêde bûn ku ev vegera komî rewşa welêt xirabtir kiriye.