Tîmên agirkuj cenazeyên 20 kesan li daristanên Yewnanistanê dîtin

Di encama şewata ku li Yewnanistanê derketî de cenazeyên 20 kesan di sînorê navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de hatin dîtin.

Wezareta Navxweyî ya Yewnanistanê ragihand ku, tîmên agirvemirandinê cenazeyö 20 kesan li daristanên sînorê di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de dîtine ku hemû di encama şewata daristanan de bi temamî şewitî ne û gûman tê kirin ku koçber bin.

Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku ji bo lêgerîna di nava daristanan ya cenaze û birîndaran de tîmek ya destwerdana lezgîn hatiye pêkanîn, her wiha koçber li wan daristanan hebin wan veguhêzin cihên aram.

Di daxuyaniya Wezaretê de hate gotin ku cihê ku cenazeyên şewitî lê hatiye dîtin, xeta derbazbûna bi qeçaxî ya koçberane ku ji Tirkiyeyê derbazî Yewnanistanê dibin û ji wê derê derbazî Ewropa dibin.

Nêzîkî du hefteyane agirekê berfireh bi daristanên Yewnanistanê ketiye û bi hezaran kes ji ber şewatê koçber bûne û ziyaneke mezin gihiştiye nîştecihên herêma şewatê.