Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Edaleta ku piştî 50 salan hat

Cezayê ku li kujerên stranbêjê komunîst ê Şîlî hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind a Şîlî ve hate erêkirin.

Piştî kuştina stranbêjê komunîst ê Şîlî Vîctor Jara bi 50 salan, Dadgeha Bilind a Şîlî cezayên li 7 rayedarên leşkerî yên berê yên ji revandin û kuştina stranbêj berpirsyar bûn, pejirand.

Daîreya Duyemîn a Dadgeha Bilind a Şîlî roja Duşemê rûniştinek pêk anî û îtiraza parêzerên bersûcan bi hevdengiyê red kir.

Bi biryara dadgehê re 25 sal cezayê girtîgehê yê li şeş personelên leşkerî hatibû birîn, misoger bû. Yek ji hikumxwarên ji 73 heta 85 salî roja Sêşemê ji bo nekeve girtîgehê întixar kiribû.

Bi biryara dadgeha bilind re pêvajoya hiqûqî ya têkildarî kuştina Jara bi dawî bû. Dadgeriya Şîlî Kanûna 2012'an têkildarî heft efserên berê biryara girtinê dabû û bi kuştinê sûcdar kiribû. Di sala 2018'an de cezayê girtîgehê li van kesan hatibû birîn û di sala 2021'ê de jî ceza ji aliyê dadgeheke temyîzê ve hatibû pejirandin.

Parêzerê malbata Vîctor Jara Nelson Caûcoto piştî eşkerekirina biryarê daxuyaniyek da û rexne kir ku edalet bi derengî bi cih hate anîn. Lê belê bicihhatina edaletê jî erênî nirxand.

Stranbêjê komunîst û gîtarîst Vîctor Jara 12'ê Îlona 1973'an hatibû revandin û li stadyûma sporê ya Estadîo Chîle spor a li Santîagoyê tevî bi hezaran hevalên xwe yên mehkûm hatibû girtin. Êşkence li Jara yê 41 salî hatibû kirin, destên wî hatibûn jêkirin û piştî çar rojan jî hatibû kuştin.

Li gorî pisporên tipa edlî yên Awûstûryayî ku li ser cenazeyê Jara lêkolîn kirin, piştî kuştinê zêdeyî 40 carî gule li bedena Jara hatibû barandin.

Piştî 30 salan bi mirina Jara, di sala 2003'an de navê stadyûma li paytrext Santîagoyê ji bo rûmeta wî kirin Estadîo Vîctor Jara.