CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hindistanê baran û bahoz: 10 kes mirin
Li Hindistanê ji ber bahoza mûsonê li paytexta Bombayê bû sedema ku lehî rabe. Rayedaran, ragihandin ku li eyaleta Bihar 10 kes di encama lêdana birûskê mirin e. -
Di hilbijartinên Fransayê de tifaqa çep bi ser ket
Li Fransayê tifaqa Eniya Gel a Nû (NFP) ku ji aliyê hêzên çep û sosyalîst ve hate avakirin di tûra duyemîn a hilbijartinên giştî de bi wergirtina dengê herî zêde re serketina xwe îlan kir. -
Li Xezeyê hejmara miriyan bû 38 hezar û 153
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di şerê 9 mehan de ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyan gihişt 38 û 153’yan. -
Serokkomarê nû yê Îranê wê destpêka Tebaxê sond bixwe
Li gorî medya dewletê ya Îranê, Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan, weke serokkomarê nehemîn ê Komara Îslamê wê di destpêka meha Tebaxê de li pêşberî parlamentê sondê bixwe. -
Li Nepalê lehî û hezaz: 14 kes mirin, 9 winda ne
Li Nepalê ji ber barana zêde lehî rabû û hezazê rû da. Hat ragihandin ku di karesatê de herî kêm 14 kes mirin, 9 kes jî winda bûn. -
Li Îranê Pizîşkiyan bû serokkomarê nû
Li Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7’ê dengan wergirt û bû Serokkomarê 9’emîn. -
Elmanya sîstemeke din a Patrîot da Ûkraynayê
Sefîrê Bilind ê Elmanyayê ya li Kîevê, cara sêyemîn sîstema parastina hewayî ya Patrîot da Ûkraynayê. Ku di meha Nîsanê de soza wê ji Ûkraynayê re hatibû dayîn. -
Li Hindistan û Bangladeşê lehî rabû: Herî kêm 9 kes mirin
Li Hindistan û Pakistanê ji ber baranên zêde lehî rabûn û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Vê felaketê bandor li jiyana nêzîkî 3 milyon kesî kir. -
Li peravên Moritanyayê herî kêm 89 koçber mirin
Ajansa fermî ya Moritanyayê û rayedarên hikumetê ragihandin ku li peravên Moritanyayê keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû û nêzî 90 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê hilbijartina serokkomariyê: Tûra duyemîn destpê kir
Li Îranê bang li 61 milyon hilbijêrî hate kirin ku ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê tevlî dengdanê bibin. -
Li Îngilistanê piştî muxalefeta 14 salan, serketina Partiya Karkeran
Li Îngilistanê roja Pêncşemê hilbijartin hatin kirin. Partiya Karkeran a ku 14 sal in muxalefet e, di hilbijartinê de bi ser ket. -
Hizbûllah 200 roket avêtin Îsraîlê
Hizbûllaha Libnanê daxuyand ku ji bo bersivdayîna kuştina fermandarekî payebilind, roja Pêncşemê “zêdetirî 200 rokêtên cûr be cûr” avêtine Îsraîlê. -
Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan 38 hezar kes derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê, ragihand ku hejmara mirovên ji destpêka şerê bi Îsraîlê re li herêma Filîstînê hatine kuştin 38 hezar kesan derbas kir. -
Li Kalîforniyayê bi hezaran kes ji ber şewatê tên tehliyekirin
Şewateke li daristanên bakurê Kalîforniyayê bû sedem ku bi hezaran kes li cihên xwe werin tehliyekirin. -
Tûra duyem a hilbijartinên Serokkomariyê yê Îranê roja Înê pêk were
Li Îranê wê roja Înê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê bê lidarxistin. Rêberê olî diyar kir ku tevlîbûna kêm a di tûra yekem de ne nêzîkatiyeke li dijî pergalê ye. -
UEFA’yê derbarê lîstokvanê Tirk ê nîşaneya nîjadperestiyê kir, lêpirsîn vekir
UEFA’yê derbarê lîstokvanê Tirk Merîh Demîral ê ku piştî lîstoka bi Awûstûryayê re nîşaneya nîjadperestiyê kir, lêpirsîn vekir. -
Sûcê li dijî mirovahiyê: Li Elmanya û Swêdê 8 Sûriyeyî hatin girtin
Dadgehên Elman û Swêdê, bi gumana ku di dema şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de bi navê rejîma Beşar Esad li dijî mirovahiyê sûc kirine 8 kes girtin. -
Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
Li bakurê Hindistanê îzdîhama herî kujer a 10 salên dawiyê çêbû û hema bêje piranî jin; bi giştî 121 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Îsraîlê ji bo 250 hezar Filistîniyên li başûrê Xezeyê fermana valakirinê da
Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê başûrê Xezeyê bombebaran kir û fermanên nû yên valakirinê da. -
Li gorî Hamasê nêzî 38 hezar kes li Xezeyê hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrişên Îsraîlê de nêzî 38 hezar kes hatin kuştin. -
Li Fransayê rastgiriya tund nêzî desthilatdariyê ye
Li Fransayê roja Yekşemê hilbijartinên parlamentoyê hate lidarxistin, di tûra yekem de rastgiriya tund bi ferqeke mezin bû yekemîn. -
Îsraîl: Em naxwazin li dijîl Hîzbûllahê şer bikin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew naxwazin li dijî Hîzbûllahê şer bikin, lê belê li hemberî vê îhtîmalê ew amade ne. -
Li Nîjeryayê gelek êrîşên xwekujiyê pêk hatin: Herî kêm 18 kes mirin
Hat diyarkirin ku di gelek êrîşên xwekujiyê yên li bajarokê Gwoza yê li Eyaleta Borno ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê hatin kirin de, herî kêm 18 kes mirin. Hate ragihandin ku yek ji êrişkarê bombe li xwe pêçandibû, pitikek avêtibû ser milê xwe. -
Li Swîsreyê barana zêde: Gelek kes winda ne
Li Swîsreyê ji ber barana zêde ya ku ji Şemiyê û vir ve dibare hezazê rû da. Li kantona Tîcîno jî gelek kes winda bûn. -
Li Fransayê hilbijêr ji bo hilbijartinên krîtîk diçin ser sindoqan
Li Fransayê hilbijêr ji bo hilbijartina parlementayê diçin ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de ji her demê bêhtir rastgirên tund nêzî desthilatdariyê bûne.