Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin

Li bakurê Hindistanê îzdîhama herî kujer a 10 salên dawiyê çêbû û hema bêje piranî jin; bi giştî 121 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporeke polîsan, roja Sêşemê 250 hezar kes ji bo li Hathrasê ya li eyaleta Ûttar Pradesh guhdarî waazê bikin, kom bûn. Hejmara kesên ku destûr jê re hatî dayîn, 80 hezar bû. Lê 3 qatê vê hejmarê mirov kom bûn.

Ev kombûn, veguherî karesatê. Li gorî şahidan, gelek kes ji zinarê ketin û qulîbîn xendekek tejî av.

Rayedaran got ku hema bêje ji 121 qurbanan temamî jin bûn. Hat destnîşankirin ku 7 zarok û mêrek jî di nava kesên mirine de ne.

Rayedaran îdîa kirin ku girseyê hewl da ji şopên lingê mela axê kom bike, îzdîham jî bi wî rengî destpê kir. Hinek kesên din jî gotin ku bahoza tozê bû sedema panîkê. Hinek kes di nav qelebalixiyê de ji ser hişê xwe çûn û di bin piyan de man.

Li Hindistanê di dema festîvalên olî yên mezin de ku bi milyonan kes lê kom dibin, li cihên îbadetê qezayên mirinê gelek caran çêdibin.