Li Nîjeryayê gelek êrîşên xwekujiyê pêk hatin: Herî kêm 18 kes mirin

Hat diyarkirin ku di gelek êrîşên xwekujiyê yên li bajarokê Gwoza yê li Eyaleta Borno ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê hatin kirin de, herî kêm 18 kes mirin. Hate ragihandin ku yek ji êrişkarê bombe li xwe pêçandibû, pitikek avêtibû ser milê xwe.

LI NÎJERYAYÊ ÊRÎŞÊN XWEKUJIYÊ

Li gorî servîsên lezgîn ên xwecihî, roja Şemiyê li bajarokê Gwoza yê Eyaleta Borno ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê gelek êrîşên xwekujiyê pêk hatin.

Polîsên Eyaleta Bornoyê gotin ku êrîşkarekî bombe li xwe pêçandibû, li bajarokê Gwozayê di nava dawetekê de teqemeniyên li ser xwe teqandiye.

Hat diyarkirin ku dema ji bo cenazeyên qurbaniyên êrîşa bombeyî, nimêj dihat kirin, êrîşkarekî din ê jin “bi lez ket hundir teqînek pêk anî û gelek kes mirin”.

Hat ragihandin ku piştî çend deqeyan li nêzî nexweşxaneya giştî ya bajarokê, “bombeyek din ji aliyê jineke ciwan ve hate teqandin”.

Çavkaniyên servîsa lezgîn a herêmî diyar kirin ku di êrîşan de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan ku jin, zarok, mêr û jinên ducanî jî di nav de hene.

Hat diyarkirin ku 19 kesên bi giranî birîndar bûne, bi 4 ambûlansan sewqî bajarê navendî yê herêmê Maîdûgûriyê hatin kirin, 23 kes jî li benda tahliyeyê ne.

Tê diyarkirin ku bi heman awayê êrîşê nuqteyeke leşkerî jî hatiye hedefgirtin, lê têkildarî vê yekê bîlançoyeke fermî nehate dayîn.

Hîna ti kesê êrîş negirtiye ser xwe, lê ev şêwazê êrîşê rêbazên Boko Haram a girêdayî DAÎŞ’ê tîne bîra mirov.

Boko Haram di sala 2014’an de Gwoza bi dest xistiye û piştî ku beşekî eyaleta Bornoyê bi dest xistî ev der weke xelîfetî îlan kiribû.

Bajêr di sala 2015’an de bi alîkariya hêzên Çadê ji aliyê artêşa Nîjeryayê ve hate standin, lê Boko Haram li jorê bajarokê, ji çiyayên li sînorê Kamerûnê êrîşên xwe didomîne.

Boko Haram di serdegirtinên pêk anî de, komkujiyan pêk tîne û jinên ku ji bo daran diçin dervey bajêr, direvînin.

Ev tundiya ku 15 sal in li bakurê rojhilatê welêt dewam dike, bûye sedemê mirina zêdeyî 40.000 mirovan û nêzî du milyon mirov jî ji cihên xwe bûne.

Şer belavî welatên cîran Nîjer, Kamerûn û Çadê jî bû. Ji bo şerkirina li dijî komên weke cîhadîst tên binavkirin, koalîsyoneke leşkerî ya herêmî ya bi navê Hêza Pirneteweyî ya Karma (MMF) ku ji artêşên çar welatan pêk tê, hate avakirin.

Her çendî ku Boko Haram di salên dawî de zemîn winda kiribe jî, bi sîstematîk êrîşên xwe li ser civakên li Nîjeryayê didomîne.