Li Swîsreyê barana zêde: Gelek kes winda ne
Li Swîsreyê ji ber barana zêde ya ku ji Şemiyê û vir ve dibare hezazê rû da. Li kantona Tîcîno jî gelek kes winda bûn.
Li Swîsreyê ji ber barana zêde ya ku ji Şemiyê û vir ve dibare hezazê rû da. Li kantona Tîcîno jî gelek kes winda bûn.
Li kantona Tîcîno ya li welatê Alpê ku şêniyên wê bi zimanê Îtalî diaxivin, polîsan daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Hate ragihandin ku ji ber bahozê li herêma Fortanayê (Bakurrojavayê kantonê) hezazê rû da û ji ber vê yekê jî gelek kes winda ne.
Hate ragihandin ku operasyonên rizgarkirinê ji ber şert û mercên nebaş ê nhewayê bi zor û zehmetî tê meşandin.