Li Kalîforniyayê bi hezaran kes ji ber şewatê tên tehliyekirin

Şewateke li daristanên bakurê Kalîforniyayê bû sedem ku bi hezaran kes li cihên xwe werin tehliyekirin.

Li gorî servîsên meteorolijoyê rayedaran bi hezaran kesên li bakurê DYE’yê ji ber şewata ku ji ber germahiya zêde ya bitalûke derketiye, tehliye kirine.

Li herêmê tîmên agirkujiyê ji bo parastina daristan û xaniyên li herêma ku lê şewat derketiye, li ber xwe didin û helîkopter û balafirên avê ji bo vemirandina şewata li herêma berbehs bê navber kar dikin.

Dihat texmînkirin ku li bakurê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê germahiyeke zêde pêk were û li nêzî herêma Orovîlleyê ku rayedaran xwestibû zêdetirî 10.000 welatiyên li wê herêmê werin tehliyekirin, ji roja Sêşemê heya niha zêdetirî 1.400 hektar erdê ji mêrg û daristanan pêk tên ji ber şewatê bû xwelî.

Şewat li nêzî herêma Paradîsê ye ku hêjayî bibîrxistinê ye di sala 2018’an de li herêma berbehs şewateke pir mezin rû dabû û di encama wê şewatê de 85 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Waliyê Kalîforniyayê Gavîn Newson ji  bo ku zêdetir derfetên vemirandina şewatê werin bikaranîn, rewşa awarte îlan kir.

Li gorî televîzyona KRCA’yê ku ew jî saziyeke girêdayî NBC’yê ye, zêdetirî 25 hezar kes ji biryara tehliyekirinê bandor dibin.

Tevî ku  ev du sal in li bakurê Emerîkayê baran zêde tên jî ev bîst sal in herêmê ziwabûn heye.

Wisa xuya ye ku wê havîna sala 2024’an gelekî germ derbas bibe. Piştî ziwabûna erdî û giyayan herêm bi talûyekeya derketina şewatên mezin re rû bi rû ye. 

Tê texmînkirin ku di rojên pêş de li herêmê germahiya hewayê bibe 46 derece. 

Nêzîkî 150 milyon kesên li 21 eyaletên DYE’yê ji hişyariyên germahiyên zêde bandor dibin.

Li gorî servîsên meteorolojiyê pêla germahiya zêde wê heya hefteya pêşiya xwe nîşan bide û ev yek weke rewşeke ‘’bifikar’’destnîşan kir.
 
Zanyar destnîşan dikin ku ev pêlên germahiya zêde yên dubare dikin girêdayî guherîna avûheayê nîşaneyên germbûna gerdûnî ne.