Li Fransayê hilbijêr ji bo hilbijartinên krîtîk diçin ser sindoqan

Li Fransayê hilbijêr ji bo hilbijartina parlementayê diçin ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de ji her demê bêhtir rastgirên tund nêzî desthilatdariyê bûne.

Dengdan di saet 08:00’an de destpê kir. Serokkomar Emmanûel Macron piştî têkçûna xwe ya li hilbijartinên Parlamenta Ewropayê û fesixkirina parlamenta neteweyî, welat bi xetereya rastgirên tund re rûbirû hişt. 

Ji bo tûra ewil a hilbijartinê, bang li nêzî 49 mîlyon hilbijêrî hat kirin ku biçin ser sindoqan. Tûra duyemîn jî wê di 7'ê Tîrmehê de pêk were. 

Di van hilbijartinan de wê 577 wekîl bên nûkirin. Lê zemîna siyasî yê welêt, bi hejandineke cidî re rûbirû ye.

Anketvan û siyasetmedar li bendê ne ku rêjeya beşdariya hilbijartinê li gorî sala 2022’yan zêdetir bibe.

Anketên dawî, yên ku beriya bidawîbûna kampanyayê roja Înê hatin weşandin, di navbera ji sedî 35 û ji sedî 36,5 ê dengan didin kampa rastgirên tund. 

Tifaqa çepgir eniya nû ya gel ji sedî 27,5-29 deng nîşan dide û di kampa Macronîstan de jî rêjeya deng ji sedî 20,5-21’e.