Elmanya sîstemeke din a Patrîot da Ûkraynayê

Sefîrê Bilind ê Elmanyayê ya li Kîevê, cara sêyemîn sîstema parastina hewayî ya Patrîot da Ûkraynayê. Ku di meha Nîsanê de soza wê ji Ûkraynayê re hatibû dayîn.

Sefîrê Bilind ê Elmanyayê yê li Kîev Martîn Jaeger, li ser hesabê X’ê daxuyanî da û got, "Sîstema parastina hewayî ya Patrîot a Elmanyayê gihişt Ûkraynayê. Wê parastina nifûs û binesaziya welêt bê xurtkirin.”

Berdevkê Şansolyayê Elmanyayê Olaf Scholz, tevî serdana bi nîqaş ê Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban ji bo Moskowê jî, soz da ku piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Ûkraynayê wê bandor nebe.

Scholz, bal kişand ku Orban di vê serdanê de nûnertiya YE'yê nekiriye û got, "Peyama zelal a Yekîtiyê ew e ku Ûkrayna dikare piştgiriyê bide hevgirtina me.”