Hizbûllah 200 roket avêtin Îsraîlê

Hizbûllaha Libnanê daxuyand ku ji bo bersivdayîna kuştina fermandarekî payebilind, roja Pêncşemê “zêdetirî 200 rokêtên cûr be cûr” avêtine Îsraîlê.

Li gorî daxuyaniyê, li  başûrê Sûrê yê Lubnanê "di çarçoveya bersivdayîna êrîş û sûîqestên dijminan de" çekdarên Hizbûllahê “zêdetirî 200 roketên cûr be cûr" avêtine Girên Golana Sûriyê yên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin û 5 eniyên li bakurê Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê li seranserê bakurê Îsraîlê, heta Girên Golanê yên dagirkirî hişyariya êrîşên roketan û hewayî da. Li gorî artêşa Îsraîlê, ji saet 10.00’an ve li ser sînorê Lubnanê, ji rojavayê Nahariya heta rojhilatê Girên Golanê sîren hatine lêdan.

Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Lubnanê piştî ku "hejmareke zêde gule û balafirên gumanbar" sînor derbas kirin, li cihên roketavêj ên li başûrê Lubnanê xistin.

Fermandarekî leşkerî yê Hizbûllaha Lubnanê roja Çarşemê di êrîşa Îsraîlê de hatibû kuştin.

Li gorî rojnameya L'Orient Le Jour, ji 8'ê Cotmehê û vir ve 365 endamên Hizbûllahê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriye û Lubnanê de hatine kuştin.