Li peravên Moritanyayê herî kêm 89 koçber mirin

Ajansa fermî ya Moritanyayê û rayedarên hikumetê ragihandin ku li peravên Moritanyayê keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû û nêzî 90 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a Morîtanyayê, "Ewlekariya peravî ya Moritanyayê roja 1'ê Tîrmehê li peravên Okyanûsa Atlantîkê di keştiyeke masîgiran de ku noq bûbû cesedên 89 kesan dît."

Hate ragihandin ku trajedî bi 4 kîlometreyan dûrî bajarê Ndiago yê li başûrrojavayê welêt qewimî.

Mirovên ku bi saxî ji keştiyê rizgar bûn, diyar kirin ku keştî bi 170 rêwiyan ji sînorê Senegal û Gambiyayê bi rê ket û 72 kes jî winda ne.

Keştî ji peravên Senegalê ber bi bakur ve diçû û dema ku noqî binê avê bû, nû gihîştibû peravên Moritanyayê. Rayedarên hikumetê jî ev agahî piştrast kirin.

Koçber ji rêgeha Atlantîkê hewl didin xwe bigihînin giravên Spanyayê û Kanaryayê ku weke deriyê Ewropayê tê naskirin.

Bi hezaran Efrîkayî ku ji ber xizanî, bêkarî û bêhêvîtiyê direvin, ji neçarî vê rêya xetere hildibijêrin.

Li gorî Caminando Fronteras ku saziyeke civaka sivîl a Spanyayê ye, di pênc mehên destpêkê yên sala 2024'an de zêdeyî 5 hezar koçber dema hewl didan xwe bigihînin peravên Spanyayê jiyana xwe ji dest dan.

Meha Gulanê herî kêm 26 koçberên ji Gineyê bi rê ketin, li peravên Senegalê jiyana xwe ji dest dan. Meha Sibatê dîsa li peravên Senegalê herî kêm 26 koçberan jiyana xwe ji dest dan.