Li Hindistan û Bangladeşê lehî rabû: Herî kêm 9 kes mirin

Li Hindistan û Pakistanê ji ber baranên zêde lehî rabûn û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Vê felaketê bandor li jiyana nêzîkî 3 milyon kesî kir.

Rayedarên afetê yên eyaleta Assam a li bakurrojhilatê Hindistanê ragihandin ku roja Çarşemê herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji nava meha Gulanê heya niha jî ji ber baranên zêde 46 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Li Assamê bi tevahî 2 hezar û 800 gun di bin avê de mane û vê yekê bandor li jiyana zêdetirî 1.6 milyon kesî kiriye.

Serokwezîrê Eyaleta Assamê Himanta Bisra Sarma diyar kir ku rewşa li eyaletê ji ber baranên zêde yên li Arunachal Pradesh a cîran rû daye.

Ajansa kontrolkirina afetê ya Bangladeşê jî ku nêzîkî xwedî 170 milyon nifûsê ye, ragihand ku lehiyan bandor li jiyana 1.8 milyon kesî kiriye. 

Heman saziyê hişyarî da û ragihand ku di sê rojên pêşiya me de dibe ku asta avê dubare bilind bibe. Li gorî rayedaran masîgirekî 21 salî jî ji ber bilindbûna asta avê jiyana xwe ji dest daye. 

Baranên havînan li Asyaya Başûr ji sedî 70\80’yê rêjeya barînan pêk tînin û ji ber lehî û hezazan rê li ber mirina welatiyan û felaketan vedikin.

Baranên havînan her sal dibin sedema zirarên mezin û li gorî zanyaran jî tişta ku van baranan zêdetir û bêserûbertir dike guherîna avûhewayê ye.