Li Nepalê lehî û hezaz: 14 kes mirin, 9 winda ne

Li Nepalê ji ber barana zêde lehî rabû û hezazê rû da. Hat ragihandin ku di karesatê de herî kêm 14 kes mirin, 9 kes jî winda bûn.

Berdevkê polîsan ê Nepalê Dan Bahadur Karki daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku ji ber lehî û hezîna erdê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî winda bûn. Karki wiha got: “Polîs ji bo kesên winda bibîne, bi saziyên din û gelê herêmî re dixebitin.”

Rayedarên Nepallî hişyarî kirin ku ji ber barana zêde ku ji roja Pêncşemê ve dewam dike, dibe ku gelek çem bifûrin û lehî zêde bibe.

Hat ragihandin ku li gelek herêmên nizm ên Hindistanê, lehî rabûye. Meha bihurî li Hîmalaya Nepalê, bahoz rabû û bû sedema hezîna erdê, birûskan û lehiyê. Di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

LI HINDISTANÊ HEJMARA MIRIYAN BÛ 58

Li Hindistana cîran jî, otorîteya rêveberiya afetê roja Yekşemê daxuyanî dan û got, ji ber lehiyê li eyaleta Assam a li bakurê rojhilat, di nava 24 saetan de 6 kes mirin. Ji meha Gulanê ve hejmara kesên ji ber barana zêde jiyana xwe ji dest dan, gihişt 58’ê.

LI BANGLADEŞÊ ZÊDEYÎ 2 MILYON KES ZIRAR DÎTIN

Ajansa rêveberiya Afetê, ragihand ku li Bangladeşê zêdeyî 2 milyon mirov ji lehiyê bi bandor bûne. Bangladeş welatekî nizm e ku dikeve peravê jêra Hindistanê.