Îsraîlê ji bo 250 hezar Filistîniyên li başûrê Xezeyê fermana valakirinê da

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê başûrê Xezeyê bombebaran kir û fermanên nû yên valakirinê da.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, fermanên valakirina Îsraîlê bandorê li nêzî 250,000 kesan dike. Berdevka UNRWA’yê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî Louise Waterridge li Cenevreyê ji rojnamevanan re got, "Me dît ku mirov derdikevin, malbatan dest bi kombûnê dikin."

Arteşa Îsraîlê ragihand ku operasyonen wan ên li Şûcayiyê ya li bakurê Xeze û Refahiyê didomin.

Li herêmên ji aliyê leşkeran ve hatine dagirkirin pevçûn dijwar bûne. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku "hejmareke zêde terorîst kuştine.”

Piştî ku Cîhada Îslamî roja Duşemê rokêt avêtin Îsraîlê, fermanên nû yên valakirinê hatin dayîn.

Di bombebarana li Xan Yûnûs û Refahiyê de herî kêm 8 kes mirin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 27’ê Cotmehê heta niha li navenda Xezeyê 2 leşker mirin û bi tevahî 319 leşker jiyana xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû diyar kir ku qonaxa "tund" a şer ber bi dawîbûnê ve diçe.

Netanyahû ev tişt anî ziman: "Em ber bi dawiya merhaleya qonaxa têkbirina artêşa terorîst a Hemasê ve diçin."

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken bi gotina: “Me bihîst ku Îsraîlî behsa kêmbûna operasyonên xwe dikin. Em ê vê bibînin” bertekên xwe anî ziman.

Midûrê Nexweşxaneya El-Şîfa ya Xezayê Mihemed Ebû Selmiya ji di nav de bi dehan girtiyên Fîlîstînî serbest hatin berdan û wan rakirin nexweşxaneyan.

Selmiya got ku di pêvajoya girtinê de heft mehan de bi “êşkenceya giran" re rû bi rû ma.

Netanyahû serbestberdana wan weke "şaşiyeke cidî" bi nav kir û wi”ha domand: “Cihê ev kesê ku di bin berpirsyariya wî de rehîneyên me hatin kuştin û girtin, girtîgehe."