Tûra duyem a hilbijartinên Serokkomariyê yê Îranê roja Înê pêk were

Li Îranê wê roja Înê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê bê lidarxistin. Rêberê olî diyar kir ku tevlîbûna kêm a di tûra yekem de ne nêzîkatiyeke li dijî pergalê ye.

Li gorî dîmenekî ku di televîzyona dewletê de hat weşandin, Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney bi gotina, “Yên ku ji Îslam, Komara Îslamê û pêşketina welêt hez dikin, divê tevlî dengdanê bibin û vê yekê nîşan bidin” banga tevlîbûna dengdanê kir.

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de parlementerê reformîst Mesud Pizîşkiyan ê 69 salî, muzakerevanê nukleerî yê berê Saîd Celîlî yê 58 salî pêşbaziyê bikin.

Rejeya beşdarbûnê ya tûra yekem ku roja Înê ya hefteya borî hat lidarxistin, bi rejeya %39,92 bû asta herî kêm a di dîroka 45 salî ya Komara Îslamî.

Ayetullah Hamaney îdia kir ku kesên di tûra yekemîn de dengê xwe nedane, ne dijberê pergalê ne.

Hilbijartinên li Îranê bi taybetî li qada navneteweyî ji nêz ve tê şopandin. Hilbijrtin rastî demeke ku hem li hundir û hem jî ji derve gelek krîz tên jiyîn, hat.