Îsraîl: Em naxwazin li dijîl Hîzbûllahê şer bikin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew naxwazin li dijî Hîzbûllahê şer bikin, lê belê li hemberî vê îhtîmalê ew amade ne.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, piştî serdana Bakurê Îsraîlê û civîna Desteya Wezaretan bi rojekê daxuyaniyek da û got, “Em naxwazin li dijî Hîzbûllahê şer bikin.” Di civîna Desteya Wezaretan de partiya Otzma Yahûdît ku rastgirên tund in ji bo şerê li dijî Lubnanê bidin destpêkirin gelek israr kiribûn.

Gallant got “Mirov dikare her tim çareseriyên dîplomatîk tercîh bike” û wiha domand, “Eger Hîzbûllah şer hilbijêre, em jî dizanin ku çawan tevbigerin. Lê eger rêya lihevkirinê hilbijêre, em ê jî bersiva vê yekê bidin.”

Gallant, ji bo mirovên li bakur axivî û got, "Ez dizanim ev yek ji bo we ne hêsan e, lê belê ji bo Hîzbûllah û Lubnanê zehmettir e. Ji sitargehan daxuyanî dayîn hêsan e helbet (Mebest serokê Hîzbûllah Hasan Nasrallah e).”

Li herêmê bombebaran bênavber didomin. Hîzbûllahê, da xuyakirin ku du şervanên wê yên din jî li başûrê Lubnanê mirine.

Li gorî medyaya Lubnanê, bi şerê li Xezeyê û vir ve ji 8'ê Cotmehê ve li Lubnanê û Sûriyeyê 360 endamên Hîzbûllahê hatine kuştin.

Li aliyê din, li Tel Avîvê bi hezaran xwepêşander roja Şemiyê ji bo daxwaza vegerandina dîlgirtiyan bikin û Serokwezîrê Îsraîl Binyamin Netanyahu ji ber rêbazê wî ya şer protesto bikin li hev kom bûn. Bi deh hezaran kes di hefteyên dawî de bi daxwaza îstifakirina Netanyahu, daketin kolanan.

LI ŞERÎDA XEZEYÊ HEJMARA MIRIYAN DERKET 37 HEZAR Û 877 KESAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê ve di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan gihişt 37 hezar û 877 kesan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 43 kes hatine kuştin. Her wiha hat gotin ku ji destpêka şer û vir ve li Fîlîstînê 86 hezar 969 kes birîndar bûne.