Li Hindistanê baran û bahoz: 10 kes mirin

Li Hindistanê ji ber bahoza mûsonê li paytexta Bombayê bû sedema ku lehî rabe. Rayedaran, ragihandin ku li eyaleta Bihar 10 kes di encama lêdana birûskê mirin e.

Meclîsa bajarê Bombayê ya li perava rojavayê Hindistanê, diyar kir ku servîsên meteorolojiyê yên Hindistanê ji ber ‘barana zêde û dijwar’ hişyarî dane û ji bo tedbîrê, fermana girtina dibistanan da.

Piştî barana dijwar a ku bi saetan berdewam kir, gelek rêyên bajêr di bin avê de man. Çûn û hatina otobus û trenê li gelek rêgehan hatin rawestandin.

Roja Şemiyê li eyaleta Bihar di encama lêdana birûskê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokwezîrê eyaletê Nitiş Kumar daxuyanî da û ji gel xwest ku 'di rewşa nebaş a hewayê de li malê bimînin.'

Her çiqas baranên mûsonê yên ku ji meha Hezîranê heta Îlonê li seranserê Başûrê Asyayê dibare, ji bo germa havînê kêm bike û rezervên avê nû bikin pêwîst be jî, lê di heman wextê de dibe sedema mirin û hilweşîneke mezin.

Pisporan, diyar kirin ku di demsala baranên mûsonê de, lehî û şemitîna axê gelek caran rû didin û zerareke mezin bi xwe re tînin û gotin ku ev yek bi guhertina avhewayê re zêdetir dibin.

JI NÎVÊ GULANÊ Û VIR VE 66 KES MIRIN

Rêveberiya Afet a Assamê bi daxuyaniyekê roja Yekşemê diyar kir ku li eyaleta Assam a li bakur rojhilatê welêt barana dijwar bariye û di nava 24 saetên dawî de 8 kes mirine. Bi vê bîlançoyê re ji nîvê meha Gulanê û vir ve ji ber barana dijwar ya li eyaletê 66 kes mirin.

DI SALA 2022’YAN DE JI BER LÊDANA BIRÛSKÊ 3 HEZAR KES MIRIN

Li eyaleta Uttarakhand a li bakurê welat jî rayedaran ji ber barana zêde û bahozê hişyarî dan. 

Li gorî Enstîtuya Sûc ên Neteweyî, di sala 2022'yan de li Hindistanê di encama lêdana birûskê de nêzî 3 hezar kes mirin.