Di hilbijartinên Fransayê de tifaqa çep bi ser ket
Li Fransayê tifaqa Eniya Gel a Nû (NFP) ku ji aliyê hêzên çep û sosyalîst ve hate avakirin di tûra duyemîn a hilbijartinên giştî de bi wergirtina dengê herî zêde re serketina xwe îlan kir.
Li Fransayê tifaqa Eniya Gel a Nû (NFP) ku ji aliyê hêzên çep û sosyalîst ve hate avakirin di tûra duyemîn a hilbijartinên giştî de bi wergirtina dengê herî zêde re serketina xwe îlan kir.
Li gorî encamên tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên li Fransayê, Eniya Gel a Nû ku tifaqa çep e di rêza yekemîn de bi ser ket. Partiya Macron Ronesans di rêza duyemîn de û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya rastgir ku di tûra yekemîn a hilbijartinên 30'ê Hezîranê de yekemîn bû, di rêza sêyemîn de cih girtin.
Partiya LFI’ê partiya herî mezin a tifaqa Eniya Gel a Nû ye. Serokê partiya LFI’ê Jean Luc Melenchon ku nekarî piraniya meclîsê bi dest bixe û ji hilbijartinê bi awayekî serketî derket, diyar kir ku ew amade ne welêt bi rê ve bibin.
Li gorî encamên ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Fransayê ve hatin eşkerekirin, ti tifaq negihaşt hejmara 289 parlamenteran ku bikaribe di Meclîsa Neteweyî ya ji 577 endaman pêk tê, piranî bi dest bixe.
Li gorî encaman;
Eniya Gel a Nû: 182,
Itîfaqa Ji bo Komarê her tim bi hev re yê Serokkomar Emmanuel Macron: 168,
Partiya Yekîtiya Neteweyî: 143,
Partiya Komarparêz a rastgirên navendî ku destekê dide Yekîtiya Neteweyî, 60 kursî bi dest xist.