Li Xezeyê hejmara miriyan bû 38 hezar û 153

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di şerê 9 mehan de ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyan gihişt 38 û 153’yan.

Wezaretê roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku ji dema şerê Îsraîl-Hamasê destpê kirî û vir ve, hejmara kesên li Fîlîstînê jiyana xwe ji dest dane gihişt 38 hezar û 153’yan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de herî kêm 55 kes mirin û hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve jî li Xezeyê 87 hezar û 828 kes ibirîndar bûne.

LI ÎSRAÎLÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ

Li aliyê din, xwepêşanderên Îsraîlî daxwaz dikin ku hikûmet têkildarî peymaneke dîlgirtiyan bi Hamasê re li hev bike. Li Tev Aviv’ê di roja 2’yan de serhev rê hatin girtin.

Xwepêşanderên ku al di destê wan de bûn, li xaçerêyeke Tel Avîvê trafîk rawestandin û banga hilbijartinê kirin. Ji hikûmetê hate xwestin ku ji bo berdana dîlgirtiyên li Xezeyê, hîn zêdetir hewldanê bike.

Tê plankirin ku îro mîtîng bê lidarxistin. Polîsan li dora avahiya Serokwezîr Binyamin Netanyahû ya li Kudusê, ewlehî zêde kir.

Roja beriya wê xwepêşanderên dijberê hikûmetê, rêyek girtibûn û rayedar ji bo rê vekin, ava şid bikar anîbûn û bi polîsên sûwarê hespan re, pevçûn qewimî bû.