Sûcê li dijî mirovahiyê: Li Elmanya û Swêdê 8 Sûriyeyî hatin girtin

Dadgehên Elman û Swêdê, bi gumana ku di dema şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de bi navê rejîma Beşar Esad li dijî mirovahiyê sûc kirine 8 kes girtin.

Di operasyona hevpar a herdu welatan de, çar endamên milîs ên çekdar û sîxurekî berê yê îstîxbarata Sûriyeyê di nav de pênc gumanbar li Elmanyayê hatin girtin, sê kes jî li Swêdê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Federal a Elmanyayê, ji gumanbaran guman tê kirin ku di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de 'sûcên li dijî mirovahiyê, kuştina sivîlan an jî hewldana kuştina sivîlan' kirine.

Di daxuyaniya dozgeriya Swêdê de jî hate ragihandin ku kesên li Swêdê hatin girtin guman ji wan tê kirin ku sala 2012'an li Sûriyeyê li dijî mirovahiyê sûc kirine.