Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan 38 hezar kes derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê, ragihand ku hejmara mirovên ji destpêka şerê bi Îsraîlê re li herêma Filîstînê hatine kuştin 38 hezar kesan derbas kir.

Li gorî daxuyaniyê ji 7’ê Cotmehê ve di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan derket 38 hezar û 11 kesan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 58 kes hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku ji destpêka şer 7’ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê 87 hezar 445 kes birîndar bûne. Hamas di daxuyaniyên xwe de yên derbarê kuştî û birîndar de sivîl û şervan ji hev cuda nake.