Li Îngilistanê piştî muxalefeta 14 salan, serketina Partiya Karkeran

Li Îngilistanê roja Pêncşemê hilbijartin hatin kirin. Partiya Karkeran a ku 14 sal in muxalefet e, di hilbijartinê de bi ser ket.

LI ÎNGILISTANÊ PARTIYA KARKERAN BI SER KET

Di hilbijartinên li Qraliyeta Yekgirtî hatin kirin de, ji dema muhafazakariyê derbasî dema çep a navendî bû.

Li gorî encamên dawî, Partiya Karkeran 410 kursî bi dest xistin. Ku ji bo di Kamaraya Avam de bi ser bikeve tenê pêdiviya wê bi 326 kursiyan hebû. Kamaraya Avam ji 650 kursiyan pêk tê. Ev encam wê bibe sedem ku Partiya Karkeran piştî muxalefeta 14 salan, hikûmeta xwe ya siberojê bi tena serê xwe ava bike.

Lîderê Partiya Karkeran Keîr Starmer ku wê welat bi rêve bibe, soza “nûbûna neteweyî” da û got: “Ev wê hêsan nebe, lewma ez soz nadim.”

Serokwezîrê Îngilistanê Rîshî Sûnark roja Îniyê daxuyanî da, têkçûna muhafazakaran qebûl kir û “berpirsyariya vê yekê” girt ser xwe. Rîshî Sûnak got: “Partiya Karkeran di vê hilbijartina giştî de, bi ser ket.”