CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Komîsyona NY'yê: Artêşa Maliyê sûcê şer kiriye
Komîsyona Navnetewî ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve têkilî Maliyê hate avakirin, ragihand ku artêşa Maliyê 'sûcê şer'' û gelek komên çekdar jî ''sûcê dijî mirovahiyê'' kirine. -
Pûtîn mafê destnedana heta bi hetayê da xwe
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn mohra xwe danî binê qanûna ku mafê destnedana heta bi hetayê dide serokên berê. -
Di êrîşa li Kabîlê de bi kêmanî 5 kes mirin
Di êrîşa bombeyî ya li paytexta Efganistan Kabîlê pêk hat de piranî doxtor bi kêmanî 5 kes mirin. -
Alîgirên YE li Romanyayê koalîsyonê ava dike
Piştî hilbijartina di 6’ê Kanûnê de ya li Romanyayê diyar bû ku partiyên alîgirên YE wê koalîsyonê ava bikin. -
Li Elmanyayê doktorekî din wê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin
Hate ragihandin, doktorekî Sûriyeyî ku li Elmanyayê di statuya penaberiyê de ye, wê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin. -
Hewldanên ji bo rizgarkirina Peymana Nukleerê
Peymana Nukleerê bi gavên DYE û Îranê hîn bêhtir dikevin rewşeke nediyar. Dewletên ku mohra xwe danîne binê peymanê bang li Joe Bîden kirin ku mohra xwe deyne binê vê peymanê. -
Bi milyonan vîzon hatin kuştin, wê ji bin axê werin derxistin!
Danîmarkayê ji ber hinceta koronavîrusê bi milyonan vîzon kuşt. Bi hinceta ku wê rê li be qirêjiyeke mezin vekin, vê carê wê ji bin axê werin derxistin. -
Vîrûsa ku mûtasyon derbas kir, çima fikar zêde kir?
Tespîtkirina cûreyê vîrûsa koronayê ya nû ku li Îngilistanê mûtasyon derbas kir, bû sedema tirs û fikaran. -
Li Tûnûsê ciwanekî serjêkirî hate dîtin
Li herêma Kassarîn a Tûnûsê ciwanekî serjêkirî hate dîtin. Rayedarên Tûnûsê diyar kirin ku ev êrîşeke terorîst e. -
Li Skoçyayê hêviya ji bo serxwebûnê zêde bû
Piştî ku Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derket, li Skoçyayê hêviya serxwebûnê zêde bû. Hikumeta Skoç dixwaze bi referandûma nû ji Brîtanyayê qut bibe û tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe. -
Li Yemenê li dijî Hûsiyan hikûmeta yekîtiyê ya nû
Li Yemenê di navbeyna serxwebûnxwazên li başûr û hêzên hikûmetê de yên bi desteka Siûdî hikûmeteke yekîtiyê ava bû. Tê hêvîkirin ku bi vê yekîtiyê li dijî Hûsiyan enî werin jidandin. -
Li sînorê YE’yê şideta li koçberan
Li ser hewldana koma çep a GÛE/NGL a redîkal a Parlemetoya Ewropayê torek ji rêxistinên civaka sivîl pirtûka reş a şidet û nêzîkatiyên xirab ên li ser koçberên li sînorê Yekîtiya Ewropayê nivîsand. -
Li Fransayê çalakiyên bêkaxezan didomin
Li Fransayê çalakiyên ji bo ku 'bêkaxez' bibin xwedî statû didomin, ku hijmara bêkaxezan di navbeyna 300 û 600 hezarî de diguhere. -
Sûriyeyiyên li Libnanê 9 ji 10'ê wan hejar in
Li gorî NY'yê ji 1,5 milyon penaberên Sûriyeyî yên Libnanê 9 ji 10'an pir bi hejarî dijîn. -
Li Efganistanê 15 zarok mirin
Di teqîna mezin a dema merasîmeke olî ya li eyaleta Gaznî ya Efganistanê pêk hat de bi kêmanî 15 zarok mirin. -
Li peravên Yewnanistanê penaberek xeniqî, yek winda bû
Li peravên grava Lesbos a Yewnanistanê, jinek koçber a ji Somaliyê xeniqî û jiyana xwe ji dest da, kesek ji Efganê jî di nava avê de winda bû. -
Li gorî UAEK'ê divê peymana nukleerê jinûve bê nirxandin
Peymana Nukleerê ku sala 2018'an bi vekişîna DYE'yê kete rewşeke nediyar û tê îdîakirin ku Îranê heta niha gelek caran binpê kiriye, jinûve tê nîqaşkirin. -
Dewleta Tirk madeyên hişber dixe nava Ereban
Ajansa Nûçeyan a Siûdiye da zanîn ku dewleta Tirk dema dixwast madeyên hişber derbasî Erebistana Siûdî bike bi operasyonekê pêşî lê hat girtin. -
Amûra sondajê ya Çînê ji Heyvê vegeriya
Amûra sondajê ya Çînê ku destpêka vê mehê ji bo wergirtina nimûneyê şandibû ser Heyvê, bi rengekî serketî vegeriya. -
Talîbanan êrîşî qereqola polîsan kir: 13 kes mirin
Tevgera Talîban a Efganistanê, li bakurê welat êrîşî du qereqolên polîsan kir û herî kêm 13 polîs kuştin. -
Danûstandinên Lîbyayê: NY li benda lihevkirina aboriyê ye
Sefîra Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê hêvî dike, ku di danûstandinan de aliyên Lîbyayê têkildarî reformên aboriyê li ser 'armancên şênber' li hev bikin. -
Pompeo ragihand ku li dijî Enqerê biryara pêkanînan girtine
Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ragihand ku ji ber ku dewleta Tirk ji Rûsyayê sîstema parastina esmanî S-400 girtiye, biryara pêkanîna li dijî wê girtine. -
Li Nîjeryayê piştî êrîşan bi sedan zarok winda bûn
Li bakurê Nîjeryayê piştî êrîşa çeteyên çekdar bi sedan zarok winda bûbûn. Leşker li van zarokan digerin. -
Ji meha Tebaxê ve 30 hezar kes li Belarûsê hatine destgîrkirin
Li paytexta Belarûs Mînskê, roja Yekşemê di xwepêşandana şermezarkirinê de bi dehan kes hatin destgîrkirin. Ji Tebaxê ve derdora 30 hezar kes hatine destgîrkirin. -
Ûkrayna dixwaze Çernobîlê bike 'Mîrateya Cîhanê'
Hikumeta Ûkraynayê dixwaze, bermahiyên Çernobîlê ku xerabtirîn karesata nukleerî ya dîrokê ye, li Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê bê bicihkirin.