Li peravên Yewnanistanê penaberek xeniqî, yek winda bû

Li peravên grava Lesbos a Yewnanistanê, jinek koçber a ji Somaliyê xeniqî û jiyana xwe ji dest da, kesek ji Efganê jî di nava avê de winda bû.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên peravên Yewnanê ve hatî dayîn, sibeha Înê keştiya ku ji 20 koçber û penaberan zêdetir hildigirt nûqî avê bû.

Hêzên ewlekariya peravê bi giştî 24 kes rizgar kirin, cenazeyê jinek ji Somaliyê ji avê derxistin û kesek ji Efganê jî winda bû.

Ev Lesbosa ku li ser Behra Egeyê, li gel gelek giravên din nêzî sînorên Tirkiyeyê tê dîtin. Ev girav rêyên bingehîn ên dergehê ji bo ketina Ewrûpayê ne. Ji ber teşwîq û organîzasyona rayedarên Tirk pêla koşberiyê zêde dibe.

Ev rêwîtiya kin piranî ji ber werza Zivistanê û dema ji aliyê ticarên mirovan ve gelek kes tê xistina nava keştiyên biçûk trajediyên bi vî şêweyî diqewimin.

Di destpêka meha Kanûnê de 2 koçber ketin avê û winda bûn, di destpêka meha Mijdarê de li nêzî grava Samorê cenazeyê zarokek 6 salî hatibû dîtin.