Li Skoçyayê hêviya ji bo serxwebûnê zêde bû

Piştî ku Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derket, li Skoçyayê hêviya serxwebûnê zêde bû. Hikumeta Skoç dixwaze bi referandûma nû ji Brîtanyayê qut bibe û tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe.

Li Skoçyayê ku di bin serweriya Brîtanyayê de ye, Serokwezîr Nîcola Stûrgeon ragihand ku piştî hikumeta Îngiliz biryara Brexîtê da, ew ji nû ve dixwazin tevlî Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin. Stûrgeon ji medya Elman re axivî û anî ziman ku bi dengdaneke nû ya gel re dixwazin vê daxwaza xwe pêk bînin û got, "Gelê me dixwaze bibe beşek ji Yekîtiya Ewropayê."

Stûrgeon ragihand, ku li gorî lêkolînên dawî yên raya giştî zêdeyî nîvê xelkê Skoç alîgirê serxwebûnê ye û got, "Ez pê bawer im ku Skoçyayî wê di referandûmeke nû de bêjin erê'. Serokwezîr Stûrgeon destnîşan kir, piştî ku Skoçya ji Brîtanyayê qut bû û serxwebûna xwe bi dest xist, wê ji bo tevlîbûna li nava Yekîtiya Ewropayê yekser serlêdanê bikin.

Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon diyar kir ku ew hêvîdar in Yekîtiya Ewropa zêde wan ranewestîne, bi rengekî zû statuya endametiya tam bide wan û ev nirxandin kir: "Weke parçeyek ji Brîtanyayê 40 salan em di nava Yekîtiya Ewropayê de man, bi têra xwe tecrûbeya me heye. Niha dibêjin 'Bila Skoçya bê malê', ev jib o me destpêkeke nû nîne, ji bo ji cihê mayî dewam bikin em dixwazin xwe di nava Yekîtiya Ewropayê de bibînin."

JI BO REFERANDÛMÊ DESTÛRA LONDONÊ ŞERT E

Ji bo Skoçya karibe careke din referandûma serxwebûnê li dar bixe, divê hikumeta Londonê ya navendî destûrê bide. Yek ji kesên ku li ber referandûma Skoçyayiyan radibe, Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson e.

Serokwezîr Stûrgeon li ser vê nêzîkatiya hikumeta navendî axivî û got, "Em ê destpêkê bala xwe bidin ser Parlamenta Skoçyayê bê ew ê biryareke çawa bide. Eger piraniya wan alîgirê referandûmê be, hingî divê London vê yekê bipejirîne. Her wiha rêya dadgeriyê ya vê yekê jî heye. Em ê nehêlin ku hikumeta Îngiliz demokrasiyê asê bike."

PIRANIYA SKOÇYAYÎ LI BER BREXÎTÊ RABÛ BÛN

Di referandûma Brexîtê de ya sala 2016'an ku tê wateya peymana derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê, ji sedî 62 ê Skoçyayiyan ragihandibûn ku ew alîgirê mayina li nava Yekîtiya Ewropayê ye. Berevajî vê rêjeyê di sala 2014'an de di referandûma destpêkê ya serxwebûnê de ya li Skoçyayê ji sedî 55.3 ê Skoçyayiyan xwestibûn ku bi Brîtanyayê ve girêdayî bimînin.

Lê belê, Skoçya ku mexdûrê derketina Îngilistanê ji Yekîtiya Ewropayê ye, ji bo sererastkirina vê rewşê gava destpêkê meha Çileyê avêtibû. li Parlamenta Herêmê ya Skoçyayê di dengdanekê de li dijî 54 dengên dijber bi 64 dengan ji bo lidarxistina referandûmeke nû ya serxwebûnê pêvajoyeke nû hatibû destpêkirin. Tê payin ku hikumeta Skoçyayê ya bi serokwezaretiya Stûgeonê ji bo serxwebûnê pêşnûmeyeke nû amade bike û pêşkêşî meclîsê bike.

ÎRLANDA BAKUR JÎ MEXDÛRÊ BREXÎTÊ YE

Mîna Skoçyayê Îrlanda Bakur jî ji ber ku di bin serweriya Brîtanyayê de ye, bû yek ji mexdûrên Brexîtê. Gelê Îrlanda Bakur di sala 2016'an de di referandûma Brexîtê de bi rêjeya ji sedî 56'an ji bo mayina li nava Yekîtiya Ewropayê dengê xwe dabûn. Niha jî ji bo ji nû ve bibe parçeyek ji Yekîtiya Ewropayê dixwaze bi Komara Îrlandayê re bibe yek ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye.

Îrlanda di sala 1921'ê de parçe bûbû û ji hingî ve herêma li bakurê Îrlandayê di bin serweriya Brîtanyayê de mabû. Komara Îrlandayê ku ji Brîtanyayê cihê bû di sala 1972'an de bû endamê Yekîtiya Ewropayê. Baskê siyasî yê Artêşa Komarger a Îrlandayê (ÎRA) ya ji bo cihêbûna Îrlanda Bakur ji Brîtanyayê têdikoşe, wekîlên Partiya Sinn Feînê dixwazin ku ji bo bi Îrlandayê re bibin yek û bibin parçeyek ji Yekîtiya Ewropayê referandûm bê lidarxistin.