Amûra sondajê ya Çînê ji Heyvê vegeriya

Amûra sondajê ya Çînê ku destpêka vê mehê ji bo wergirtina nimûneyê şandibû ser Heyvê, bi rengekî serketî vegeriya.

Komara Gel a Çînê di 1'ê Kanûnê de amûra fezayî ya bi navê Chang 5 şandibû ser Heyvê. Li gorî Ajansa Xînhûayê, amûra ku ji bo wergirtina 2 kîlo kevirê li ser Heyvê hatibû şandin, doh daket baregeheke li Mogolistana Navîn.

Herî dawî di sala 1976'an de Yekîtiya Sowyetan (SSCB) ji bo heman armancê amûrek şandibû ser Heyvê. Amûra SSCB'ê ya bi navê Lûna 24 bi rengekî serketî vegeriya bû.

Komara Gel a Çînê li gorî Rûsya û DYE'yê di karê fezayî de gelekî li paş maye. Rêveberiya Pekînê ji bo vê valahiyê dagire plan dike ku di sala 2022'an de amûreke nû bişîne ser Heyvê. Ji bo dema dirêj jî dixwaze ku amûrên bi mirovan bişîne.