Li Tûnûsê ciwanekî serjêkirî hate dîtin

Li herêma Kassarîn a Tûnûsê ciwanekî serjêkirî hate dîtin. Rayedarên Tûnûsê diyar kirin ku ev êrîşeke terorîst e.

Cenazeyê ciwanê serjêkirî li herêma El Sûltanya ya wîlayeta Kasserîn hate dîtin. Li gorî rayedaran ev êrîşeke terorî ye.

Dozgerê ji Tûnûsê Mûhsen Dalî ji AFP’ê re axivî û got, “Kesê ku serê wî hatiye jêkirin ciwanekî 20 salî yê bi navê Oqba el Dîbî ye.”

Li gorî rayedaran dema El Dîbî li ber pez bû, êrîşî wî hatiye kirin.

Di sala 2015’an de jî ciwanê 17 salî yê bi navê Mabrûk Sûltanî ji aliyê çeteyên cîhadîst hatibû revandin û piştre serê wî hatibû jêkirin. Piştî du salan birayê wî Halîfa Sûltanî jî hatibû revandin û piştre cenazeyê wî hatibû dîti. Çeteyên DAÎŞ’ê ev herdu êrîş li xwe girtibûn.