Danûstandinên Lîbyayê: NY li benda lihevkirina aboriyê ye

Sefîra Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê hêvî dike, ku di danûstandinan de aliyên Lîbyayê têkildarî reformên aboriyê li ser 'armancên şênber' li hev bikin.

Ji bo civîna li Cenevreyê ku Duşemê dest pê dike û du rojan dewam dike, bankaya Cîhanê jî tevlî dibe. Misir, DYE û Yekîtiya Ewropa weke hevserokên koma karê aborî ya civaka navneteweyî ya li ser Lîbyayê civînê bi rê ve dibin.

Nûnerên du baskên Bankaya Navendî ya Lîbyayê ku bûye du parçe û nûnerên Wezareta Maliyeyê û Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Lîbyayê tevlî civînê dibin.

Sefîra Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanîe Wîllîams got, "Hêvîdarim ku di nava du rojan de li ser reforma pere, krîza tazmîna çekê, krîza bankakariya giştî û yekbûna budçeyê de ji bo armancên şênber û tedbîran li ser planekê li hev bê kirin."

Wîllîams daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dem ne li aliyê me ye. Divê em zû û bi biryar tevbigerin û di nava du rojên bê de bawerim ku wê gavên gelekî girîng bên avêtin."

Lîbya, piştî ku Mûammer Kaddafî sala 2011'an bi destwerdana NATO'yê hate têkbirin, di nava kaosê de ye. Li welêt niha du rêveberî hene.