Sûriyeyiyên li Libnanê 9 ji 10'ê wan hejar in

Li gorî NY'yê ji 1,5 milyon penaberên Sûriyeyî yên Libnanê 9 ji 10'an pir bi hejarî dijîn.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî  (UNHCR), Fona Alîkariya Mirovî (UNÎCEF) û Bernameya Zad a Cîhanê (WFP) li welêt hejariya nav penaberan pir zêde bûye.

Ji ber lengergeha ku Tebaxê li paytextê teqiyabû rewşa aborî her ku xira dibe. Li gorî rayedaran 1,5 milyon penaberên Sûriyeyî rewşa wan jî xirab e.

Li gorî raporên NY'yê ji her 10 malbatên Sûriyeyî 9 jê 'pir hejar in''. Di raporê de tê gotin tê texmînkirin 1 milyon Suriyeyî heye û 89 ji 100'ê wan pir bi hejarî dijîn. Ev rêje 2019'an 55 ji 100'î bû.

Bi fermî mehane 309 lîreyê Libnanê didin penaberên ji Sûriyê, ev jî tê ser 205 dolaran. Lê ev pere di nav rewşa pereyên deryasî de heta bi 38 dolaran jî kêm dibe.