Li Fransayê çalakiyên bêkaxezan didomin

Li Fransayê çalakiyên ji bo ku 'bêkaxez' bibin xwedî statû didomin, ku hijmara bêkaxezan di navbeyna 300 û 600 hezarî de diguhere.

Nexasim di serdema hêla koronayê de, nediyariya rewşa bi deh hezaran kesên ku karê wan pir birîsk e û heqdesta wan pir kêm e, didome.

Li tevahiya Fransayê têkilî wan mirovan ku hijmara wan bi sed hezaran e û weke 'bêkaxezan' têne zanîn û ne xwedî statûyiyekê ne (destûra wan a rûniştinê nîne) hê çareseriyeke teqez nehatiye dîtin.

Li tevahiya welêt bêkaxezên ku Gulan, Hezîran, Cotmehê çalakî kirin, duh jî li ser piyan bûn. Li gel paytext Parîsê li bajarên Bordeaux, Marsîlya û Strasboûrgê bi hezaran kes hatin cem hev, bal kişandin ser ku nexasim ji ber hêla Covîd-19'ê ew karên herî ne ewle û heqdesta herî kêm dikin.

Çalakî bi dirûşmên, ''bêkaxez di talokê de ne'', ''fedekariya netewî em dikin'' hatin kirin, bi banga wê kolektîfê hatin kirin ku bi qasî 200 komele endamên wê he. Piraniya çalakgeran penaberên ji welatên Efrîkayê bûn.

Tê zanîn piraniya koçberên bêstatû ku hijmara wan di navbeyna 300-600 hezarî de ye, bi salan e li Fransayê dijîn. Lê hikûmet li şûna ku çareseriyeke teqez bibîne, biryar li ser da ku tenê sed du sed koçber bibin xwedî mafê welatîbûnê. Alîkarê Wezîrê Karê Navxwe yê ji Welatîbûnê Berpirs Marlene Schîappa meha bihurî ragihandibû pêvajoya ku 334 koçber bibin xwedî mafê welatîbûnê didome.