Li Nîjeryayê piştî êrîşan bi sedan zarok winda bûn

Li bakurê Nîjeryayê piştî êrîşa çeteyên çekdar bi sedan zarok winda bûbûn. Leşker li van zarokan digerin.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê di 11’ê Kanûnê de kesên çekdar ên li motosikletan siwar bûbûn li bakurê welat hatin dibistanake navendî ya Katsînayê.

Bi sedan xwendekar di nav şerê hêzên ewlekariyê û komê de man û reviyan daristanê. Hinek zarok jî ji aliyê koma çekdar hatin revandin.

Piştî rojekê waliyê eyaletê Amînû Bello Masarî çû serdana qadê û got, “A niha jî artêş li daristanê li dijî çeteyan şer dike. Ji bo zarokên winda werin dîtin, çi ji destê me were, em ê bikin. Li dibistane 839 zarok hebûn û em nikarin agahiyê ji 333 zarokan bistînin.”

Piştî êrîşê hemû dibistanên navîn ên li eyaleta Katsînayê girtî ne. Serokkomar Mûhammadû Bûharî êrîş şermezar kir û soz da ku wê li dibistanan tevdîrên ewlehiyê zêde bibe.

Li bejahiyên navend û bakurê Nîjeryayê ev serê çend salan e çeteyên çekdar bi komên ji sed kesî pêk tên teroreke mezin dikin. Ev çete heywanan didizin û fîdyeyê dixwazin.