Li sînorê YE’yê şideta li koçberan

Li ser hewldana koma çep a GÛE/NGL a redîkal a Parlemetoya Ewropayê torek ji rêxistinên civaka sivîl pirtûka reş a şidet û nêzîkatiyên xirab ên li ser koçberên li sînorê Yekîtiya Ewropayê nivîsand.

‘Pirtûka reş a têkildarî vegerandinê’ ji  1500 rûpelî pêk tê û xwe dispêre agahiyên nêzî 900 kesî. Bûyerên di pirtûkê de herî kêm 12 hezar û 654 kesî eleqedar dike.

Bûyerên di pirtûkê de derbas dibin, bûyerên ji sala 2017’an û vir ve  li Îtalya, Slovenya, Maceristan, Yewnanistan, Hirvatistan li gel welatên Balkanan ên weke Sirbistan û Bonsna yên derveyî YE’yê pêkhatine  vedibêjin.

Pirtûka ku ji aliyê rêxistina sivîl a bi navê ‘Border Violence Monitoring Network’ ve hatiye amadekirin, şidetên mîna bi dar, dizî, şewitandina amûrên kesî, êrîşa bi kûçikan li xwe digire.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Belga ya Belçîkayê Parlementera GÛE Cornelîa Ernst got: “Em li pêşberî bûyerên şidet, êrîşên dawî neyên û dadîst ên ne ji êşên dîktatorên bê rehm kêmtir in re hejiyan.”

Ernst bi domdarî diyar kir ku ev pirtûk wê ‘ji bo dawîanîna van sûcan û hikûmetên ji van çalakiyan berpirs’ bi kêr be.

Pirtûka di asta belgeyê de ye, roja Înê radestî Komîserê Karê Hundir ê Ewropayê Ylva Johansson kir.

Johansson ji AFP’ê re axivî û got: “Vegerandin ne li gorî mevzûat û mafê strirîn ên Ewropayê ye.”