Li Efganistanê 15 zarok mirin

Di teqîna mezin a dema merasîmeke olî ya li eyaleta Gaznî ya Efganistanê pêk hat de bi kêmanî 15 zarok mirin.

Li nêzî maleke ya li navçeya Gîlan a parêzgeha Gaznî ya dikeve rojhilatê welat ku lê Qûran dihate xwendin wesayîtek bombebarkirî teqiya.

Berdevkê walîtiyê Vahîdûllah Cûmazade diyar kir ku cihê teqîn lê pêk hatiye di bin kontrola Talîbanan de ye.

Hate ragihandin ku di teqînê de bi kêmanî 15 zarok mirine, zarok jî di nav de 20 kes jî birîndar bûne. Heta niha kesê êrîş li xwe negirtiye.

Li parêzgeha Ganzî dem dem di navbera Talîban û artêşa Efganî de şer diqewime. Di êrîşa întixarî ya dawiya meha Mijdarê ya li ser navendeke artêşa Efganistanê pêk hat de, bi kêmanî 30 leşker miribûn.