Ûkrayna dixwaze Çernobîlê bike 'Mîrateya Cîhanê'

Hikumeta Ûkraynayê dixwaze, bermahiyên Çernobîlê ku xerabtirîn karesata nukleerî ya dîrokê ye, li Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê bê bicihkirin.

Herêma Çernobîlê ya li bakurê rojava yê Ûkraynayê, bi avahî û qadên lîstikê yên hatine terikandin, ji niha ve bala gelek tûrîstan dikişîne.

Ûkrayna dixwaze bermahiyên Çernobîlê li Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) qeyd bike. Bi vî rengî wê hem bermahiyên dîrokê bên parastin, hem jî ji bo serdanên tûrîstîk teşwîq bê kirin.

Ji bo herêma navborî ji aliyê UNESCO ve weke Mîrateya Cîhanê bê qebûlkirin, Wezîrê Çandê Oleksandr Tkaşenko pêşniyar kir.

Tkaşenko ji AFP'ê re axivî û got, "Yek ji herêmên sembolî yên Ûkraynayê ye" û diyar kir ku "Divê ji bo mirovahiyê bê parastin."

Eger ev nêrîn bê qebûlkirin, herêma Çernobîlê wê li gel Taç Mahal a Hindistanê, perestgeha Stonehenge ya Îngilistanê û keşîşxaneya Mont-Saînt-Mîchel a Fransayê di heman lîsteyê de cih bigire.

Herêma Çernobîlê ku bi qasî Luksembûrgê mezin e, li xelekeke ji 30 kîlometreyî dorê li santrala nukleerê digire ku 26'ê Nîsana 1986'an reaktora xwe ya çaremîn teqiya bû.

Yekîtiya Sowyetê ku Ûkrayna hingî beşek jê bû, karesata nukleerê destpêkê veşartibû, piştre jî qebûl kiribû û bi sed hezaran mirov veguhastibû.

Li herêmê xweza ji nû ve şîn bû. Rê bi gîha şîn bû, xanî jî li nava daristanan winda bûn. Bi vî rengî hewyanên kovî zêde bûn.

Li gorî Oleksandr Tkaşenko, salê milyonek tûrîst dikare serdana Çernobîlê bikin. Wezîrê Çandê diyar kir ku divê mirovên tên serdanê zanibin ku ev yek "serpêhatiyeke ji rêzê ya li herêma qedexekirî nîne."

Ûkrayna bi pisporan re dosyayekê amade dike ku meha Adarê pêşkêşî UNESCO bike. Piştre jî divê heyeteke pispor a UNESCO havînê serdana herêma navborî bike. Biryara dawî jî herî zû di slaa 2023'an de dikare bê eşkerekirin.