Pompeo ragihand ku li dijî Enqerê biryara pêkanînan girtine

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ragihand ku ji ber ku dewleta Tirk ji Rûsyayê sîstema parastina esmanî S-400 girtiye, biryara pêkanîna li dijî wê girtine.

Pompeo di daxuyaniya da de ragihand ku DYE’yê li hemberî saziyên Tirkiye ku erkdarin ji kirîna çekan biryara pêkanînan girtine.

Pompeo got: “Tedbîrên ku îro hatin girtin, nîşaneya wê yekê ye ku DYE rê nade kiryarên sektorên îstixbarat û parastina Rûsya yên girîng.”

Li gorî biryarê wê pêkanîn li ser Musteşariya Pişesazî ya Parastina Tirk, serokê wê saziyê Îsmaîl Demîr û 3 karkerên wê bên sepandin.

Pompeo diyar kir ku pêkanîn hemû destûr û destûrnameya hinardekirina DYE ya li hemberî Wezareta Pişesaziyê ya Parastinê li xwe bigire.