Li gorî UAEK'ê divê peymana nukleerê jinûve bê nirxandin

Peymana Nukleerê ku sala 2018'an bi vekişîna DYE'yê kete rewşeke nediyar û tê îdîakirin ku Îranê heta niha gelek caran binpê kiriye, jinûve tê nîqaşkirin.

Joe Bîden ku di hilbijartinên 3'ê Mijdarê de bi ser ket, soz dabû ku dema bibe Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wê peymana nukleerê ya bi navê 'Plana Çalakiya Global a Hevpar (JCPoA) ji nû ve binirxîne ku sala 2015'an bi Îranê re li Viyanayê hatibû mohrkirin.

Dîrektorê Giştî yê Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEK) Rafael Grossî diyar kir ku di vê mijarê de divê gav bên avêtin.

Grossî ji Reutersê re axivî û anî ziman ku Îranê di nava 2 salan de gelek xalên peymanê binpê kir û anî ziman ku peyman divê ji nû ve bê nirxandin. Grossî ragihand, peyman ji şertên sala 2015'an dûr ketiye û nepêkane ku li nuqteya destpêkê vegere.

Li gorî Grossî aktîvîteyên nukleerê yên Îranê gelekî zêde bûne. Grossî got, "Gelek materyalên nukleerê, gelek aktîvîte hene. Gelek santrîfujor hene." Grossî bal kişand ser pêwîstiya bi peydakirina çareseriyê ya li asta siyasî.

LI GORÎ FRANSAYÊ 'CIHÊ FIKARAN' E

Li gorî Fransayê ku aliyekî peymanê ye, Îran ji gelek aliyan ve peymanê binpê dike. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hate gotin, "Binpêkirina angajmana nukleerê ji aliyê Îranê ve, cihê fikaran e." Ji berdevkê Wezaretê Françoîs Delmas îdîa kir ku Îran bi taybetî di mijara dewlemendkirina nukleerê de xalên peymanê binpê dike.

Li gorî berdevk, ji bo rizgarkirina peymanê divê Îran tavilê li şertên berê vegere û xwe ji hewldanên yekalî vegire.