Alîgirên YE li Romanyayê koalîsyonê ava dike

Piştî hilbijartina di 6’ê Kanûnê de ya li Romanyayê diyar bû ku partiyên alîgirên YE wê koalîsyonê ava bikin.

Di hilbijartinê de ya ku du hefte berê hatibû kirin, Partiya Sosyal Demokrat a mûxalefetê bûbû yekemîn. Lê ji ber ku ev partî nikare bi partiyên din re li hev bike, wisa xuya dike ku wê desthilatdarî biguhere.

Serokwezîr Lûdovîc Orban ê ku partiya wî PNL di hilbijartinê de bûbû duyem, wê bi seokatiya Wezîrê Maliyeyê Florîn Cîtû re koalîsyonekê ava bike. Hate diyarkirin ku ÛŞR-Plûs û partiya kêmneteweyên Macar ÛDMR jî wê di koalîsyonê de cih bigirin.

Ji nav 465 kursiyên di parlementoyê de 244 kursî di destê van partiyan de ye û tê diyarkirin ku ew ê karibin hikumetê ava bikin û dibe ku partiyên din jî dengê erê bidin vê koalîsyonê.