Dewleta Tirk madeyên hişber dixe nava Ereban

Ajansa Nûçeyan a Siûdiye da zanîn ku dewleta Tirk dema dixwast madeyên hişber derbasî Erebistana Siûdî bike bi operasyonekê pêşî lê hat girtin.

Ajansa Nûçeyan a Siûdiye duh bi nûçeyekê diyarkiribû ku hêzên ewlekariyê bi operasyonekê destdanîbûn li ser hejmarek zêde hebên Captagonê ku madeyekî hişbere. Her wiha ajansê diyarkiribû ku ew madeyên hişber di nava barê geniman de hatibûn veşartin. Ajansê hejmara heban jî eşkerekiribû û li gorî wê 8,753,432 heb hatine desteserkirin. Ew madeyên hişber di nava barên genimê yên ku ji bendera Îmaratê hatibûn, hatine veşartin û dema sevqiyata wê ya ji bo bendera Îslam a bajarê Cîdeyê ji aliyê hêzên ewlekariya welat tên ferqkirin û bi operasyonekê ve tên desteserkirin.

Dîsa li gorî heman ajansê li pişta wê hewldana qaçaxkirina madeyên hişber dewleta Tirk heye. Îro dîmenek belavkir ku nîşandide dewleta Tirk li pişta wê hewldanê heye. Piştî ku dîmen li ser tweeterê hat belavkirin, gelek hawîrdorên Ereb li hemberî wê kiryarên dewleta Tirk nerzaîbûnekî cidî nîşan dan.