Li Elmanyayê doktorekî din wê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin

Hate ragihandin, doktorekî Sûriyeyî ku li Elmanyayê di statuya penaberiyê de ye, wê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin.

Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Federal a Elmanyayê, doktorê ku meha Hezîranê li eyaleta Hessenê hate girtin, bi sûcên gelekî giran tê sûcdarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, doktorê bi navê Alaa M. bi navê rejîma Esad êşkence li gelek kesan kiriye û fikar hene ku bûye sedema mirina gelek kesî.

Ev kesê ku sala 2015'an hate Elmanyayê, tê texmînkirin ku dema li Sûriyeyê bû doktorî dikir û li Homsê li girtîgeheke îstîxbaratê girtiyek bi êşkenceyê kuştiye.

Dozgeriya federal diyar kir ku têkildarî doktorê Sûriyeyî îdîaya li ser kuştina kesekî û 18 bûyerên êşkenceyê heye, lewma wê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê doz li hemberî wî bê destpêkirin.

Hate ragihandin ku doktorê Sûriyeyê sala 2015'an bi pêla penaberan hatiye Elmanyayê û li vî welatî dest bi doktoriyê kiriye.

Li Elmanyayê her wiha doza li dijî du endamên berê yên îstîxbaratê jî dewam dike ku yek ji wa payebilind bû.

Ev dozên li Elmanyayê yekemîn doz in ku li dijî sûcên rejîma Beşar Esad li welatekî cuda tê meşandin.