Li Yemenê li dijî Hûsiyan hikûmeta yekîtiyê ya nû

Li Yemenê di navbeyna serxwebûnxwazên li başûr û hêzên hikûmetê de yên bi desteka Siûdî hikûmeteke yekîtiyê ava bû. Tê hêvîkirin ku bi vê yekîtiyê li dijî Hûsiyan enî werin jidandin.

Hikûmeta yekîtiyê bi pêşengiya Riyadê hate avakirin. Di nav hikûmetê wezîrên dilsozên Serokkomarê bi desteka Siûd Evd Rabbû Mansûr Hadî, endamên Konseya Bihurîneka Başûr ê baskê serhildêrên serxwebûnxwaz û nûnerên hin partiyan hene.

Riyadê peymana têkilî parvekirina desthilatê muzakere kir. Armanc ew e ku li dijî Hûsiyên bi desteka Îranê eniyeke xurt were avakirin.

Li Yemenê ev ji 6 salan û vir ve ye did navbeyna hêzên hikûmetê û Hûsiyan de şerek heye, ku Koalîsyona Ereb destekê dide hêzên hikûmetê û Siûd pêşengiya wan dike. Hûsiyên bi desteka Îranê beşekî girîng ê bakurê welêt kontrol dikin.

Li eniya dijî Hûsiyan van 10 salên dawî lihevnekirineke giran derkete holê.  Serhildêrên Başûrî alîgirên Hadî bi nelirêtiyan û hevkariya dijî Îslamiyan sûcdar dikin.

Mijdara 2019'an di navbeyna aliyan de peymana Riyadê hatibû danîn lê ev bi cih nehatibû û li qadê bûbû şer.

Wezareta Karê Derve ya Sisûd di ser Twîtterê re daxuyanî da, hikûmeta yekîtiyê slav kir û got, ''Li Yemenê ji bo çareseriya siyasî û dawî li krîzê were qonaxeke girîng.''

Di hikûmeta nû de Serokwezîr Mayn Saîd li cihê xwe ma. Hikûmeta ji 24 wezîran pêk tê. Wezareta Karê Derve jî di nav de gelek wezaret guherîn.