Ji meha Tebaxê ve 30 hezar kes li Belarûsê hatine destgîrkirin

Li paytexta Belarûs Mînskê, roja Yekşemê di xwepêşandana şermezarkirinê de bi dehan kes hatin destgîrkirin. Ji Tebaxê ve derdora 30 hezar kes hatine destgîrkirin.

Li Belarûsê ji destpêka meha Tebaxê ve ku Alekandr Lûkaşenko di encama hilbijartineke bi nîqaş de ji nû ve hate hilbijartin, çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin.

Lûkaşenko ji sala 1994'an ve li ser desthilatdariyê ye. Muxalefet û welatên rojavayî diyar dikin ku di hilbijartinê de fen hatiye kirin.

Lûkaşenko ku pişta xwe dispêre Moskowayê, naxwaze desthilatdariyê biterikîne.

Ji bo îstifakirina Lûkaşenko roja Yekşemê li paytext Mînskê çalakiyek hate lidarxistin, lê belê polîsan bi ava şid dest li xwepêşandêran werdan.

Muxalefetê bi alên spî û sor çalakî li dar xist.

Li gorî malpera Nasha Nîva ku nêzî muxalefetê ye, li Mînskê û derdora wê nêzî 100 xwepêşandanên muxalîf hatin lidarxistin.

Li gorî koma parastina mafên mirovan Vîsnayê, di xwepêşandanên roja Yekşemê de bi dehan kes hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku ji meha Tebaxê ve di xwepêşandanan de zêdeyî 30 hezar kes hatine destgîrkirin.

TÎKHANOVSKAYA: DI BIHARÊ DE EM Ê BI SER BIKEVIN

Di vê navberê de yek ji pêşengên muxalefetê Svetlana Tîkhanovskaya ku xwe li Lîtvanyayê girtiye, ji rojnameya Suddeûtsche Zeîtûng a Elman re axivî û got, "Stratejiya me wê neguhere: zext, danûstandin û hilbijartina nû."

Tîkhanovskaya ragihand ku ew niha di qonaxa destpêkê de ne û got, "Baweriya bi çûyîna Lûkaşenko wê saftî be."

Tîkhanovskaya got, "Ez nikarim pêşdîtina paşerojê bikim. Ya girîng îradeya gel e. Bi dîtina min di biharê de em ê karibin bi ser bikevin. Dibe ku hefteyên bê jî em bi ser bikevin."